Li Serêkaniyê kesekî bi navê Mahmut Yildirim, ku xelkê Amedê ye navçeya Hênê, di şerê li dijî YPG de hatiye kuştin. Hinek kesên nasname nediyar, ji bavê wî Raîf Yildirim re, ku li Hênê rûdine, telefon kirine ku kûrê wî li Serêkaniyê hatiye kuştin û bila biçe cenazeyê kurê xwe werbigre. Ji malbatê 3 kes çûne ku cenazeyê Mahmut Yildirim ku li hemberî Kurdên Rojava şer dikir û hate kuştin bigrin.
Li gorî agahiyên ku ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firatê) bidestxistine, Mahmut Yildirim jî tê de, 7 kesên ku endamên hêzên kontra ne, ji aliyê artêşa Tirk ve, ji bo ku li dijî Kurdan şer bikin, ji Amedê birine Serêkaniyê.
Derketiye holê ku, Mahmut Yildirim, berê di nava Tevgera Hêzên Welatperwerên Tirk de cih girtiye. Mahmut Yildirimê ku li dijî YPGê şer kiriye û hatiye kuştin, dûra bi komên îslamî yên radîkal re têkilî daniye. Di bin kontrola artêşê de, ew kesên kontra, ji bo ku li Rojava, li dijî Kurdan şer bikin, şandine Serêkaniyê.