Serrûpel Nûçe Kurê Malikî kopiyeke ji kurê Sedam!

Kurê Malikî kopiyeke ji kurê Sedam!

Belav bike

Ji dema ku ew bûye serokwezîrê Iraqê, kurê wî Ehmed Nurî Malikî, navê bavê xwe, hêza wî, desthilatdariya wî ji bo xwe bikar tîne.

Ehmed Malikî, çi bixwaze wê dike.

Hêza di deste wî de, di destê tu kesekî de tune ye li Iraqê. Gelek kes wî weke Udey kurê Sedam Hisên bi nav dikin.

Ehmed Malikî hem kurê serokwezîr e, hem jî mudurê mekteba wî ye.

Hemû karûbarê serokwezîriyê di destê wî de ye.

Ew li aliyekî ticarete dike, li aliyê din dijberên bavê xwe bêdeng dike û dest datîne ser hemû karûbarê wezaretan.

Dema ku kêfa wî bixwaze ew dest datîne ser malên dewletê.

Berî çend rojan, Ehmed Malikî ji serokê Konseya Ewlekariya Netewî yê berê li Îraqê û endamê parlamentoya Iraqê û yek ji siyasetvanên Iraqê yên navdar, Muwefeq  Al Rabiî, kurê Malikî ji wî xwestiye ku mala xwe ya ku dewletê dabû wî, vala bike.

Ahmed Malikî ji wî xwestiye k udi nava 2 hefteyan de malê vala bike.

Kurê ji wê re gotiye yan bi rihetî, yan jî bi zorê divê ew wê malê vala bike.

Mala Alrabiî, li cihekî ye ku hemû koşkên dewletê ne, navê Qesra wî Qesir Al Rihab e. Rihab jî navê nevîya wî ye. Ew Qesir li Herêma Kesk e. Ku herêmeke dîplomatîk e û baştirîn û buhatirîn herême li Bexdayê.

Piştî ku Ehmed Malikî, ew tehdîd kiriye û ji bo valakirina malê tirsandiye, Al Rabiî, çûye cem serokomarê Iraqê Talabanî û ji wî alîkarî daxwaz kiriye.

Talabanî malek daye wî.

Kurê serokwezîrê Iraqê Ehmed Malikî dest daniye ser beşekî mezin ji vê herêmê (Herêma Kesk), wî tirseke mezin xistiye dilê wezîr û mezinên dewletê ku li wê herêmê dijîn.

Gelek caran bêyî ku xebera kesekî jê hebe, ew karmendên serokwezîriyê diguhere, hinekan davêje û hinekan tîne cihê wan. Xebera bavê wî, serokwezîr jî jê çênabe.

Ew jî weke Udey, hêza bavê xwe ji berjewendî û xwestekên xwe bikartîne.

Ew destê xwe dixe nava hemû karûbarên wezaret û dem û dezgehên ewlekarî û ticarî û bazirganî li Iraqê.

Li aliyê Ehmed Malikî li karmendên wezaretan qedexe kiriye ku ew bikevin Facebookê.

Ehmed Malikî biryar derxistiye, kî ji karmendên wezaretan eşkere bibe ku bi navê wî yê fermî hesabekî Facebook heye, wê wî/wê ji cihê kar bidûrxîne û bişîne nava Bexdayê, ku jiyan li wir gelekî xeter e. Kesek ji karmendan naxwaze biçe li nava Bexdayê bimîne, li wir her roj teqîn, revandin û dizîn heye, ewlekarî tune ye.

Behaneya qedexekirina Facebook li karmendên wezaretan ewe ku ew dikarin bi riya Facebookê, sirr û nehêniyên dewletê eşkere bikin û dikarin bi şêweyekî berfereh dijberiya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bikin.