Serrûpel Nûçe Mora xwe li Davosê xist: Ez bakîre me

Mora xwe li Davosê xist: Ez bakîre me

Belav bike

Aktrîsa sînemayê a bi navûdeng Charlize Theron, ku ew li Efrîkaya Başûr hatiye dinyayê, li Davosê beşdarî Foruma Aboriyê a Cîhanê bû. Ji ber ku li Efrîkaya Başûr di warê AIDSê de weqfek avakiriye, xelat dane stêrka Holywoodê.
Charlize Theron li Davosê derkete ser kursiyê û axaftinek kir. Theron, beşdariya kêm a jinan rexne kir  û got, “kesên li vir, ji wan ji % 14 jin in. Pêwiste ku ji % 50 jin bin.” 
Stêrka navdar Theron, di axaftina xwe de gotineke wisa kir ku herkes matmayî hîşt. Got, “ez bakîreme.” Herkesî bi çavên matmayî li wê mêze kir. Theron ew ferq kir û got, “yanê ez bakîreyê Davosê me. Ev cara yekê ye ku ez beşdarî Davosê dibim, min xwest ez vê îfade bikim.”