Serrûpel Nûçe “Ji tabûta şer aşîtî derdikeve”

“Ji tabûta şer aşîtî derdikeve”

Belav bike

Ti pênûs neman û li ser aşîtiyê nenivîsîn, rûpelên rojname û kovaran bi sedan ser nivîs û gotar di vê derbarê de belav kirin. Ekranên televizyonan bi salane vî hêvîrî distirin. Niha jî dem hatiye mirov biҫe li ser tenûrê û nanê xwe pipêje. Tenûr germ e. Nebêje ҫima tiliyên min dişewitin! Nebêje ҫima ev provokasyon, ҫima ew provokasyon! Mirovê li ber tenûrê gelek xwîdan bide. Ciqas ti xwîdanê ji bo aşîtiyê bidî, ewqas ti xwînê di şer de kêm dikî.

Şeran ti caran aşîtî pêk neanîne. Wan li ser canê aşîtiyê bi hezaran fatîhe xwendine. Kengê şer dimirin: yanî can didin, wê demê aşîtî şîn dide. Belê, gava şer îflas dike aşîtî dewlemend dibe. Tenê ji tabûta şer aşîtî derdikeve.

Şerê di navbera Hitît û Misriyan de nêzîkî du sed salan dirêj kir. Kes bi ser neket. Teref westiyan. Şer îflas kir û bû termekî bê rih. Tam di wê demê de maseya danûstandinan hat raxistin û peymana yekemîn di dîroka mirovahiyê de ya bi navê Qadêş hat pêkanîn. Mirov dikare ji vê yekê ҫi fêm bike, gelo?

Iro li Kurdistanê, ne Dewleta Tirkî, ne jî hêzên PKK dikarin di warê leşkerî de serbikevin. Şerê tê ajotin tenê derziyên narkotîkê ne, her saet di canê aşîtiyê de diҫin xwar. Berî birîn kûrtir bibin û dermankirina wan zortir bibe divê teref xwe bigihînin maseya diylogê. Ev mase dikare ҫareyê ji hemû kul û derdên miletên me re bibîne, heger rihê berpirsiyartiyê di wan kesên li ser masê de hebe. Ev mase dikare gelek berheman bîne holê, ger kesên li ser masê ne lordên şeran bin. Lordên şer nêzîkî 30 salan dans bi xwîn û mirinê re kirin, niha jî tê xwestin ku lordên Aşîtiyê rêzê ji hestên mirovan ên aşîtiyane re bigirn, û rê li pêşiya lordên şer bigirin.

Qehremanên şer pir in, lê yê aşîtiyê kêm in. Qehremanên haqîqî jî yê aşîtiyê ne, ne yên şer in. Li herema me (rojhilata navîn ), propogandayek ji herî û ҫiravê heye. Rih û mejiyên mirovan qirêj kiriye. Ҫandek hatiye afirandin însan tê de difetisin. Ti pêwendiyên vê ҫandê bi ҫaxê me yê îro re tune ne. Kesê dikuje jî qehreman e, kesê tê kuştin jî qehreman e. Hin ji bo biҫin „Cinet“ê qehreman in, hin ji bo „welat“ rizgar bikin, hin ji bo „terorê“ bi dawî bînin qehreman in. Keriyên ji qehremanan! Qehremanên ku ti feyda wan li mirovahiyê tune ne. Qehremanên ku rojê hezar caran hêjayên, mirovan dikin mirov, diperҫiqînin. Piranîya wehşetan bi navê welatparêziyê tên kirin.

Bawer bikin, ger qurbanên şer ji gorê rabûyana, şerê di aynî kêliyê de rawestiyaba. Wan wê di guhên me de bi dengekî nîvşewtî bigotana: „Dinya bi ҫi ve mijûl e, em bi ҫi ve mijûl in“. Guneh e ji xwedê ve, di sedsala 21an de, mirov enerjiya xwe di riyên hovane de xerc bikin, halbûkî riyên mirovane li pêşiya ҫavan in.

Me mesele kiriye namûs, hebûnûnebûn, me kiriye welatparêzî. Ҫi nakokiyeke mezin e. Tu dibêjî ez welat diparêzim. Lê di vî welatî de tişta herî hêja insan e. Ma welatparêzî ew e, ku mirov hêjayên welatê xwe yên herî mezin-însanan- bavêje hembêza mirinê, bavêje kûrahiya tabûtan. Ev derew û durûtiyeke gelek mezin e.

Şer tam heycean e, lê ne ti jiyan e. Bi marşên gurme gurm û dinge ding; marşên leskerî, bi mûzîkên germ hestên însanan tên kelandin. Di 20 salên dawiyê de, terefên şer mekanîzmên propogandayê yên şeytanî avakirine û tam mîna makînên cilan dişûn wusa mejiyên mirovan dişûn. Hem dilên  însanan hem jî mejiyên wan bi şêweyên nemirovane têne bikaranîn. Ev bixwe sûceke li dijî mirovahiyê.

Piraniya gelên me gihane wê rastiyê ku şer riyeke ҫewt e ji bo ҫareserkirina meseleyên netewî, civakî, siyasî, aborî an jî ҫandî û baweriya xwe bi aşîtiyê hene. Wê demê zemînek berҫav ku aşîtî liser rûne heye.

Madem rewş wusa ye, ji kesên ku vê pêvajoya aşîtiyê birêve dibin ҫi tê xwestin?

Bawerî tê xwestin.

Divê dewlet bigihe wê baweriyê ku kurdan heq kirine tam azad bibin û bi miletê tirk re wekhev bin. Divê bizanibe ku ta îro herdu milet bi darê zorê bi hev re hatine lihêm kirin. Ev lihêm bi xwe sedema herî bingehîn ya evqas xwînrijiyê bû. Divê bigihe wê rastiyê ku mafên gelan, demokrasiyeta rast dikarin bibin lihêma rast û demdirêj. Ger mirov di neynika Destûra Bingehîn de nekaribe 20 miliyon kurd bibîne, û nekaribe di nava rûpelên wê de xalên hebûna gelê kurd dipejirînin û mafên wî diparêzin bixwîne, wê demê gotina aşîtiyê tenê daholeke vale ye. Nabe ku mirov li jêr destê aşîtiyê dirêj bike û li anynî kêliyê de li jor bombên mirinê bibarîne. Serokwezîrê Tirkiyê birêz Edogan dibêje: „Rojava naxweze Tirkiyê mezin bibe“. Gelo dixwaze bêje sedema kêşeyên me ew in? Gelo aramî li Tirkiyê peyda bibe ҫi ziyana wê ji rojava re heye? Ma Tirkî dikare ҫiqas mezin bibe ku rojava bitirsîne? Rojava bixwaze nexwaze jî mirov dikare kêşeya xwe bi xwe ҫareserbike. Lê ez di wê baweriyê de me ku hêzên rojava yên mezin wê hemû piştgiriyê bikin, ger aktorên me ji dil bin.

Divê milê kurdan jî ji zimanê siyasetê netirse û divê ji vir û pê de ji deh hêkan her dehan bike ҫeltikê aşîtiyê de. Divê mirov şiyar be ku nekeve rewşa Hamasê û her pêşniyarê red bike. Ji kurdan tê xwestin ku zimanê xwe biguherin. Pêwîst e zimanê aşîtiyane ciyê zimanê propogandayê bigire. Divê hêza hezkirinê ciyê hezkirina hêzê bigire. Rast e, mesuliyeta mezin dikeve li ser milê dewletê, lê berpirsartiya milê kurdan jî ne hindik e.

Îrade:

Mirov nikare perdeyên ji hesin bikişîne navbera îro û duh. Perdeyeke tenik be jî (mirov tê re dema borî bibîne jî) divê were kişandin. Ҫimkî hatta mirov li paş dinêre, mirov nikare pêş bibîne. Ji seda 80 zêde tir miletê kurd û tirk aşîtiyê dixwazin. Ger teref idia dikin ku ew nûnerên îrada gelan in, wê demê divê guh bidin dengê wan. Bê guman aqilmendên herdu milan jî hene yên ku giraniya bar dizanin û xwe amede dibînin wî hilgirin. Ger aşîtiyê dixwazin, divê peyva „ dijmin“ deynine ser refa dîrokê.

Ez bi gotineke Mama Teresa axaftina xwe bi dawî tînim:

Ger aşîtî li cem me tuneye, ji ber ku me ji bîrkiriye ku em yê hev in“.