Serrûpel Nûçe Navê xwe ji erebî diguherin kurdî

Navê xwe ji erebî diguherin kurdî

Belav bike

Berpirsê pişka amarê li rêveberiya pasaport û nasname ya parêzgeha Duhokê, Hacî Mihemed Hacî ji Rûdawê re got ku heta niha 52 welatiyan navê xwe ji erebî kirine kurdî.

Hacî diyar kir ku 6 kesan jî navê xwe ji kurdî kirine erebî û da zanîn ku yên ku navê guherîne piranî di temenê 20 heta 30 salî de ne.

Hacî Mihemed ragihand ku lê tu kesî navê xwe ji kurdî û erebî neguheriye înglîzî.

Xortê bi navê Ebdusemed ku navê kirie Darvan ji Rûdawê re got: “Min hez ji navê xwe nedikir lewra min navê xwe guhert. Lê ev ne bi dilê bavê min bû.” rûdaw