Ergîn beşdarî televizyona CNN Turkê bû daxuyaniyên balkêş dan. Ergîn sedama ji nû ve destpêkirina hevditînên Îmraliyê eşkere kir û got: “Ocalan, polîtîka reel a Tirkiyê û pirsgirêka herêmê baş dinirxîne. Berova nêzîkbûna berê, îro zêdetir pozîtîf difikire. Lewma pêvajo ji nû ve destpê kir. Ya girîng ew e ku di dawiya vê pêvajoyê de ji bo pirsgirêkê çareseriyek bê dîtin.”
Ergîn bibîrxist ku hevditîn di çerçoveye qanûn û rêziknameyên Tirkiyê dimeşe. Ergîn qala televizyona ji Oclanlar re hat şandin jî kir û wiha got: “Destur ji Erdoğan hat û me jî televizyon bir. Ocalan ji ber cezaya dîsîplînê bi tene li radyo guhdar dikir. Piştî bi dawîbûna cezayê televizyon ji Ocalan re hate birin. (xeberên kurdî)