Dewleta Îranê dixwaze ku welatên îslamê di nav xwe de yekîtiyeke leşkerî a bi navê “Artêşa Îslamê” ava bikin. Wezîrê Parastinê yê Îranê Ahmed Vahîdî, bi rayagiştî re eşkere kiriye ku Îranê, pêşniyareke bi vî rengî pêşkêşa welatên îslamê kiriye. Vahîdî armanca avakirina artêşa îslamê jî wiha diyar dike, “bona ku li hemû welatên cîhanê, li dijî misilmanan dema ku pirsgirêk derdikevin karibe midaxele bike û têkeve nav tevgerê, pêwiste artêşa îslamê bê avakirin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fars, Vahîdî îfade kiriye ku, “welatên misilman, pêwiste derfet û îmkanên di destên xwe de baştir bikarbînin û li cîhanê xwe bigihînine qonaxeke herî xurt. Ger welatên misilman di vê warê de biserkevin, hêzên êrîşkar, wê wextê êrîş birina ser welatêkî îslamê, nikarin bînine ser zimanên xwe jî.”