Serrûpel Nûçe Barzanî amade ye bibe alîkar

Barzanî amade ye bibe alîkar

Belav bike

CNN-Turk: Birêz serok, berî her tiştî ji bo vê hevpeyvînê û ji bo vê dema ku we ji bo me veqetand gelek spas dikin. Li Tirkiyê pêvajoyek heye ku didome, gelo li bakurê Iraq (Herêma Kurdistanê) jî pêvajoyeke bi vî awayî destpê kiriye, anku destpêkirina pêvajoyeke Erbîlê heye an na?

Mesûd Barzanî: Pêvajo destpê kir û bi rêyeke rast de dimeşe, me berê jî gotibû û niha dîsa jî dubare dikim, em ji bo çareseriyeke aştiyane, amade ne ku alîkarî û piştgiriyê bidin herdu aliyan, niha bi rêyeke rast de dimeşe, û em hêvîdar in ku di encamê de herdu alî jî ji vê yekê sudmend bibin.

CNN-Turk: Berî du rojan we hevdîtinek digel wezîrê derveyê Tirkiyê Ahmet Davudoglu pêkanî, bi rastî daxwaza Tirkiye ya ji bo PKK gelek zelal e, li bendê ne ku PKK Qendîlê bi cîh bihêle û çekên xwe deyne. Hon li vê hevdîtinê de weku birêvebiriya herêma kurd (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) ku pêvajoyê hêsantir bike, gihîştin tu peyman an jî rêkkeftinekê?

Mesûd Barzanî: Bi rastî ev destpêka pêvajoyê ye, diyalogê destpê kir, peymaneke çawa çêdibe bila bibe, em amade ne ku alîkarî û piştgiriyê bidin herdu aliyan, em ji bo pêvajoya aştiyê amade ne ku yarmetiyê bidîn.

CNN-Turk: Ez dixwazim pirsyara xwe wiha bidomînim, hinek endamên PKK-ê naxwazin devera Qendîlê bi cîh bihêlin û ji aliyeke dî de weku beşek ji vê pêvajoyê hinek endamên PKK-ê dikarin xwe bispêrin Kurdistana Iraqê, gelo hon di vî warî de dikarin çi bikin?

Mesûd Barzanî: Weku birêvebiriya herêma kurdî (Hikûmeta Herêma Kurdistanê) heta niha babeteke bi vî awayî nehatiye rojevê û nehatiye axaftin, lê belê wekî ku min got em bi hêvî ne ku ev pêvajo berdewam bike û bi rêyeke aştiyane bigihe encameke serkeftî. Herwiha kî ji vê pêvajoya aştiyê derkeve dê baweriya xwe wenda bike û ziyanê bibîne.

CNN-Turk: Niha ez dixwazim di heqê pêwendiyên we yên digel Bexdayê de pirsiyarekî bikim. Eger mecal hebe, di van demên dawî de em dizanin Bexda ji bo wan pêwendiyên nêzîk yên Tirkiye û bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) ne razî ye, bi taybetî jî di warê enerjiyê de em dizanin ku hevkariya we berdewam dike, lê em dixwazin bizanin gelo di heqê vê yekê de dê peyama we ji bo Bexdayê çi ye?

Mesûd Barzanî: Li Iraqê me destûr heye, ev destûr kar û peywirên desthilatê diyar dike, peywirên rêvebirinê diyar dike û mafên me jî bi rêya destûra Iraqê tê mîsoger kirin. Pêwendiyên herêma Kurdistan û Bexdayê jî destûra Iraqê diyar dike. Li ser vê yekê jî heta niha me ji derveyê destûrê tiştek nekiriye û em li çarçoweya destûrê de karên xwe dikin, pêwendiyên me yên digel Tirkiye hem li warê enerjiyê de û hem jî li warên dî de jî li gor çarçeweya vê destûrê de ye. Ez jî ji vê yekê bawer im ku ev ne mentiqî ye ku nerazîbûna Bexdayê ji bo vê be.

CNN-Turk: Gelo hon li nav vê tariyê de ronahiyekê dibînin, di derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Erbîlê de, ji ber ku roj bi roj axaftin tundtir dibin û nerazîbûn jî demeke dirêj e ku berdewam e. Gelo dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe?

Mesûd Barzanî: Niha hemû welat li hemberî vê qeyranê rûbirû bûye, şahidê vê qeyranê ye. Bexda li vî welatî de, ne tenê ya grubekî ye, Bexda ya me hemiyan e. Eger îradeyek hebe li gor destûrê çareser bike, wê demê dê ev pirs çareser bibe. Li Herêmê ne tenê em digel Bexdayê rastî pirsgirêkan dibin, li welat hemî kes rastî heman pirsgirêkan dibin, lê belê divê li gor çarçêweya destûrê çareseriyekî peyda bikin.

CNN-Turk: Gelo li gor nêrîna we hê jî rêyeke hevdîtinê digel serokwezîr Nûrî Malikî heye, li van guftûgoyan de wekî aliyek tê dîtin an na?

Mesûd Barzanî: Divê dergeh herdem vekirî be û dergehê diyalogê divê neyê girtin.

CNN-Turk: Dibe ku niha gelek zû be, lê dîsa jî dixwazim bibêjim, gelo hon dikarin behsa hevdîtina xwe ya li gel Ahmet Davutoglu bikin?

Mesûd Barzanî: Me behsa gelek babetan kir, pêwendiyên duqolî hate nirxandin, pêşhatên li Rojhilata navîn, rewşa Sûriye, pêwendiyên aborî ev babet hemû hatin nirxandin. Wekî ku hon jî dizanin pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de roj bi roj pêş dikeve û nêrîna herdu aliyan jî gelek nêzîkî hev e, em jî ji encama van pêwendiyan xweşhal in.

CNN-Turk: Gelek spas dikim.

(Nefel)