Serrûpel Nûçe Şaredarê Omerliyê jî ji CHP îstifa kir

Şaredarê Omerliyê jî ji CHP îstifa kir

Belav bike

Şaredarê navçeya Mêrdînê yê Omerliyê Yilmaz Altindag, ji ber daxuyaniya parlementera CHP Birgul Ayman Gulerê îstifa xwe da. Bi vê îstifayê, li bajarên Kurdan ti şaredarî di destên CHPê de neman. 
Parlementera nişadperest a CHPê Birgul Ayman Guler gotibû ku, em ti caran miletê Kurd wek netewa Tirk wekhev qebûl nakin.
Şaredarê Omerliya Mêrdînê Yilmaz Altindag, li meqamê xwe civîna çapemeniyê lidarxist û got, “siyaseta CHPê Kurdan biçûk dixîne û êdî ti şansê me yê ku em bi hev re siyasetê bikin nemaye.”
Berê jî parlementerê CHPê yê Semsûrê Salîh Firat, li dijî daxuyaniya Guler derketibû û ji CHPê îstifa kiribû.