Serrûpel Nûçe Şermezarkirina revandina Keça Êzîdî

Şermezarkirina revandina Keça Êzîdî

Belav bike

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got: “Em revandina keçka êzîdî dikin û wezareta navxwe jî li pey tohmetberê vê bûyerê ye.”
Dizeyî diyar kir ku pirsa revandina wê keçkê yasaî ye û wiha axivî: “Helbet ne ji ber ku keçik êzîdî ye ji ber wê ye ku tu ayîn û qanûnek qebûl nake ku keçek 11 salî bê revandin û were marekirin.”

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku xortê ku keçka êzîdî revandiye li Kurdistanê nemaye û derbasî parêzgehek din a Iraqê bûye lê hikûmet dê li pey wî be heta ku bê girtin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Hesen Nesrula reviyaye Mûsilê.

Roja 09.01.2013 xortekî bi navê Hesen Nesrula keçeka êzîdî ya bi navê Sîmon Dwûd a 11 salî ji gundê Xorzan ê Şingalê revand û tê gotin ku pê re zewiciye.