Mark R., turîstekî Hollandiye û li Tirkiyê, li devera betlaneyê a navdar Bodrum Gunbetê tatîla xwe dike. Rojekê, li dûkana berberiyê dibîne ku deq têne xêzkirin. Ji deqkerê bi navê Ozcan T. dixwaze ku, li ser milê wî yê çepê ala Tirkiyê bideqîne. Deqker Ozcan T., şûna ala Tirkiyê, ala HPGê (Hêzên Parastina Gel) li ser milê turîst xêzdike. Piştî bûyerê turîst Mark R. ferq dike ku deqa li ser milê wî hatiye deqandin, ne ala Tirkiyê ye û ala HPGê ye. Ji ber vê bûyerê, serî li dadgehê dide û deqker Ozcan T. gilî dike. Dadgeh, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” salek cezayê girtîgehê ji deqker Ozcan T. re dibire.