Serrûpel Nûçe Zavayê Bîn Ladîn li Enqerê hate girtin

Zavayê Bîn Ladîn li Enqerê hate girtin

Belav bike

Li Enqera Tirkiyê, Suleyman M., zavayê rêber û damezrînerê El-Qaîde Usame Bîn Ladîn, bi operasyoneke hevpar a teşkîlatên îstixbaratê yên Amerîka û Tirkiyê hate girtin. 
Suleyman M., piştî êrîşa li Amerîka a 11ê Îlonê vir ve, 11 sal in ku şopa li ser xwe wenda kiribû. Di operasyona hevpar a MÎT û CIA’yê de zavayê Bîn Ladîn Suleyman M., bi nasnameyeke sexte, li hotelekê hatiye girtin.
Li gorî nûçeya rojnamevanê rojnameya Milliyetê Tolga Şardan, derketiye holê ku Suleyman M., 11 salan li Îranê, di kampekê de maye. 
Rêberê rêxistina El-Qaîde Usame Bîn Ladîn, di sala 2011 an de, li Pakistanê bi operasyoneke Amerîkayê hatibû kuştin. Zavayê Ladîn Suleyman M., li her dera cîhanê, rêxistinên îstixbaratê li wî digeriyan.   
Girtina Suleyman M., berî êrîşa li dijî balyozxaneya Amerîkayê pêk hatiye û ev jî gellekî balkêş e.