Serrûpel Nûçe “Hûn çima ne neteweperest in?“

“Hûn çima ne neteweperest in?“

Belav bike

Nikarî navê welat bibêjî. Zarokên Kurd hîn jî her sibe li dibistanan bi qîrîn dibêjin: “ Ez Tirk im, ez rast im.. hebûna xwe dibexşînim hebûna Tirkan..” Piştî ewqas berxwedanê hîn jî nahêlin ku Kurd navên ku tîpên W,X û Q tê de hebin li zarokên xwe bikin..
Ji ber ku “li dijî nirxên Tirkan e, li dijî çanda Tirkan e” nahêlin Kurd navên nivîskarên Kurd, navên welatparêzên Kurd li park û baxçeyên xwe bikin. Walî û Qaymeqam biryarên bi vî terzî yên meclîsên şaredariyan napejirînin, ji bo betalkirina van biryaran li dadgehan doz vedikin. Navên wargehên erdnîgariya Kûrdistanê hatine guhertin, hatine tirkîkirin…
Tu bûyî hedefa polîtîkayeke asîmîlasyona tund…. Û asîmîlasyon berdewam e.. Wateya qedexekirine perwerdeya bi zimanê dayikê ev e… Ma tu vana naparêzî, tu yê vana neparêzî? Gava tu vana biparêzî, wê çaxê tu dibî neteweperestê Kurd.. Ji bo Kurdan helwesta herî bi rûmet jî ev e. Helwesta ku ji Kurdan re siberojeke erênî wad dike jî ev e. (Îsmaîl Beşîkçî)