Serrûpel Nûçe “Kurdan Ermenî qetil kirin, me bibexşînin”

“Kurdan Ermenî qetil kirin, me bibexşînin”

Belav bike

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ahmed Turk, ji gelên ku di sala 1915 an de rasta zilm û zordariyê hatin; ji gelên Ermenî, Suryanî û Êzidiyan, lêborîn xwest.
Ahmed Turk, li ser ekranên ÎMC Tv.yê, bû mêvanê Ronî Margulies û Hayko Bagdat. Li ser mijara Jenosîda Ermeniyan a 1915 wiha axifî: “Di sala 1915 an de Ermeniyan êşên mezin kişandin. Di vê de para Kurdan jî heye. Kurd hatin bikaranîn. Ew gela ji zilmê re rûbirû maye. Bav û kalên me, li hemberî him Ermeniyan, him Suryaniyan û him jî Êzîdiyan hatine bikaranîn, zilm ji wan gelan kirine. Ji ber vê jî me got, di destên bav û kalên me de xwîna wan gelan heye. Em wek neviyên Kurdan, ji Ermenî, Suryanî û Êzidiyan lêborînê dixwazin. Lêborîn qebûl kirin grîng e. Em Kurd dibêjin ku, belê, xeynî vîna me em hatine bikaranîn. Bi propagandayan Kurdan jî zilm li ser Ermeniyan meşandin. Ez pirr rehet karim bibêjim ku, îro em êş û qehra vê zilmê dijîn. Pêwiste Tirkiyê jî mezinahiya xwe nîşan bide û ji gelên Ermenî, Suryanî û Êzdiyan lêborînê bixwaze.”