Îro (03.02.2013 , li navçeya Rihayê li Wêranşarê, ji bo piştgiriya Rojava mîtîng hate organîzekirin. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak û gellek BDP’yî û dîsa girseyeke qelebeliq beşdarî mîtîngê bûn. Polîsan bi gaz û ava tezyîk êrîşa mîtîngê kirin. Di encama êrîşa polîsan de gellek kes bi jehra gazê ketin. Ji wan yek jî Gultan Kişanak bû. Kişanak, piştî mîtîngê daxuyanîyek da û diyar kir ku, polîsan ew hedef girtine û xwestine ku wê bikujin.
Daxuyaniya Kişanak wiha ye, “di wê navberê de li cem me gel tine bû. Tenê em parlementer li wira bûn. Lê polîs rasterast em nîşan girtin û bombeya gazê avêtin ser me. Ajovanê partiya me serê min xwar kir ku gaza bombeyê li serê min neket. Bi awakî zanebûn ez hatime hedef girtin û xwestin ku min bikûjin.”
Kişanak, êrîş wek provakasyon bilêv kir û dewam kir, “hikumeta AKPê û Wezareta Karê Navxweyî wê hesabê vê bide me. Ger fermana êrîşê wana dabe, wê wextê gelo çima destûr dane me? Bila bi durûtî tevnegerin. Na, ger ku teva destûra wan, polîs û qeymeqam fermana êrîşê dane, pêwiste ji peywirê bêne girtin û di derheqê wan de lêpirsîn bê vekirin.”