Serrûpel Nûçe Salê carekê ji şikeftan derdikevin (Vîdyo)

Salê carekê ji şikeftan derdikevin (Vîdyo)

Belav bike
Di sedsala 21. de, li ser rûyê erdê, kesên ku ji teknolojî û pêşketinan bêpar dijîn, ji wan komek jî Naga Sadhu ne. Naga Sadhuyan, li şikeftên Hîmalaya dijîn. Salê carekê ji şikeftan derdikevine derve û wê rojê xwe didine ber tîrojê. Naga Sadhuyan, temenên xwe di şikeftan de derbas dikin. Dema derdikevine derve jî, piraaniyê wan şilf û tazî digerin.
Mirovên Naga Sadhuyan, tenê di mîhrîcana ku li Allahabad tê lidarxistin, a bi navê “Maha Kumbh Mela” de tevlî nav gel dibin. Di mîhrîcanê de li gorî baweriya xwe rîtuelan dikin û bi vê bawer dikin ku ji hemû tiştên madî xwe rizgar dikin. Mirovên Naga Sadhu, bi mezhebê Juna Akhara baweriya xwe tînin.