Serrûpel Nûçe Îdia:Heta 10 rojan Ocalan wê bang li PKK bike

Îdia:Heta 10 rojan Ocalan wê bang li PKK bike

Belav bike

Li Tirkiyê pêvajoya ku bi navê “Pêvajoya Îmraliyê” tê bilêvkirin, di çapemeniya Tirkiyê de, her roj bi nûçe û îdiayên nû di rojevê de cihê xwe digre. Herî dawî nivîskarê rojnameya Tarafê Kurtuluş Tayiz, îdia kiriye ku, di nav 10 rojên pêş me de, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, wê bang li PKKê bike ku, gerîiayên xwe, ji nav sînorên Tirkiyê vekişînin. Xwediyê îdiayê, vê jî ji bo çekbardana PKKê wek gaveke ewil dihesibîne.
Di qunciknivîsa xwe de Tayiz diyar dike ku, li Hewlêrê hevdîtinên MÎT û PKKê wê pêk werin û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî dike beşdarî van hevdîtinana bibe.
Dîsa tê îdiakirin ku, Ocalan jî Qendîl jî herî zêde baweriya xwe bi Hakan Fîdan tînin û ji bo vê jî, bi israr dixwazin ku di hevdîtinan de ew bi xwe hebe.