Li Wêranşara Rihayê, li ser midaxeleya polîsan a mîtînga ji bo Rojava, di navbera parlementerên BDPê û hêzên dewletê de gengeşî derketibû. Hat îdiakirin ku, Parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, çeka li ber xwe kişandiye. Bînîcî, ev îdiaya qebûl nekir û got, “ger ku min çeka li ber xwe bikişanda, min ê ew çeka biteqanda. Min wê wextê ji hêstirkên çavên wan mêze nedikir. Min çek nekişandiye, ti dîmenên wisa jî tine ne. Ez mirovekî merd im, lê ku tiştekî wisa hebûya, min ê çeka kişandî biteqanda û ji navika eniya wan bixista.”
Parlementer Bînîcî, li ser îdiayan li meclîsê, ligel Pervîn Buldan civîna çapemeniy lidarxist û wiha dewam kir, “Tiştekî ku ez jê bitirsin tine. Ku çi îcab bikira min ê ew bicih bianiya. An wana wê ez bikuştama an jî min ê wana bikuştana. Ewlehiya canê min tine. Ez 24 seeta çekê li ser xwe digerînim. Qasî kesên ku ji min hezdikin, kesên ku ji min heznakin jî hene.”