Di doza ku wek, “Doza Çapemeniyê a KCKê” tê bilêvkirin de, skandaleke nedîtî mora xwe li rûniştinê xist.
Di doznameya ku di derheqê nûçegîhanê DÎHA’yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) Çagdaş Kaplan de hatiye amadekirin de, sûretê mirovekî, yê li ber tabelayeke ku li ser “KANDÎL” dinivîsê jî heye. Ev sûreta, li dijî nûçegîhan Çagdaş Kaplan wek delîlekî ku têkiliya wî bi KCKê re nîşan dide, di dosyayê de cih digre. Derkete holê ku, ne ew tabelaya aîda Qendîlê ye, ne jî mirovê li ber tabelayê Çagdaş Kaplan e. Ew der, bajarokekî ku girêdanê bajarê Konyayê ye. Mirovê ku di sûretê de cih digre jî kesekî din e.