Serrûpel Nûçe Rahênerê Komara Kurdistanê di kavilekî de mir

Rahênerê Komara Kurdistanê di kavilekî de mir

Belav bike

Osman Seîd di destpêka sala 1920-an de li qezay Bulanik ser bi bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di nav artêşa Tirkiyê de pileya wî ya serbazî hebû, piştî ku di sala 1945-ê de li ser Kurdîtiyê tê girtin, ji zîndanê direve û bi Mela Mistefa Barzanî re dikeve têkiliyê û li Komara Kurdistanê meşqê (ders û taktîkên leşkerî) bi Hêza Pêşmerge dike.

Rojnameya Basê di hejmara 120 meha 12 ya 2012-ê de raporteke din li ser Mela Osman belavkiribû ku gotibû; ‘’Min ji Pêşewa re got komara te têk diçe.’’ Her di wê raportê de malbata wî behsa jiyana wî ya nexweş û xemsariya serkirdayetiya PDK-ê kiribûn, ku bavê wan hemû jiyana xwe ji bo wê rêbazê danîbû. Herçiqas piştî belavbûna raportê çend çavkaniyên bilind navnîşanê mala Mela Osman wergirtibûn, lê belê heta ku serê xwe danî kesî serdana wî nekir û lê nepirsîn.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDK-ê Mesûd Barzanî, di merasîma dewreya derçûna 17-mîn Akademiya PDK-ê de wek amajeyek derbarê Mela Osman de gotibû: ‘’Yekî ku hemû temenê xwe di xizmeta Kurdan de serf kiribe, niha pîr be û ketibe li gundekî kes slavê jî lê neke, evna tiştekî gelekî nexweş e, divê kadroyên PDK-ê bi vî erkî rabin.

Kadroyekî paye bilind ê PDK-ê li wî sînorî ku nexwest navê wî bê eişkere kirin, ji rojnameya Basê re got: ‘’Roja yekem di taziya wî de me gelekî şerm dikir, ji ber gelekî bi bêmiradî serê xwe danî û kesekî ji serkirdayetiya Partî awirek lê neda, malbata wî di kavilekî de dijiya, di demekê de ku çend sal berî niha xaniyên Serok Barzanî ku wek diyarî bo pêşmerge û malbatên şehîdan hatibûn çêkirin, piraniya wan bo berpirsên vê navçeyê bûn.’’

Kerîm Simko – Bas news