Serrûpel Nûçe “Em pêvajoyê girîng û watedar dibînin”

“Em pêvajoyê girîng û watedar dibînin”

Belav bike

Li Parlemena Ewrupa, civîneke bi navê “Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd û pêvajoya Îmraliyê” hate lidarxistin. Civîn, ji aliyê Koma Dostên Kurd ve hate organîzekirin.
Di civînê de hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş axaftinek kir. Demîrtaş di axaftina xwe de îfade kir ku, em pêvajoya Îmraliyê watedar û girîng dibînin, “pêvajo ji teref rayagiştî ve jî piştgiriyeke zêde girtiye. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin, ji bo hikumetê, em wek gaveke şûnda avêtin an qelsbûn nahesibînin, em gaveke ku pêwiste were destek kirin û pêşvebirin dibînin. Bi vê pêvajoya Îmraliyê, tabuyeke ku pêşî li Tirkiyê digirt ji holê rabû. Bi vê pêvajoyê sînorê psîkolojîk hate derbaskirin.”
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, partiya wan ji bo pêvajoyeke bi vî rengî, sal û nîvekê têkoşîn meşandiye û êdî hikumetê jî seh kiriye ku bi tedbîrên ewlehiyê pirsgirêk nayê çareserkirin.
Demîrtaş operasyonên leşkerî yên ku dewam dikin rexne kirin û got, “operasyonên leşkerî ji xwe re nêvengeke pêbawernebûn tîne. Daxuyaniyên hin rayedaran û operasyonên ku dewam dikin, di nav gel de baweriya bi vê pêvajoyê kêm dike. Em dixwazin ku pêvajo pêşve biçe.”

“Kurdên Rojava bi baldarî pêvajoyê dişopînin”
 Hevserokê BDPê Demîrtaş, îfade kir ku, aşîtiyeke ku li Tirkiyê pêk bê, wê bandora xwe li hemû herêmê bi awakî erênî bike û têde çû, “Kurdên li Suriyê jî her tim bangên Ocalan digrine ber çavan. Ger li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, baweriya Kurdên Rojava wê li hemberî hikumeta Tirkiyê zêdetir bibe. Rojava, bi baldarî pêvajoya Îmraliyê dişopînin.”