Serrûpel Nûçe Serokwezîr pêşwaziya wezîrê Alman kir

Serokwezîr pêşwaziya wezîrê Alman kir

Belav bike

Di nava şanda almanî de gelek berpirsiyar û karsaz hebûn.

Şanda almanî kêfxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê anî ziman û geşepêdan û pêşketina çêdibe bilind nirxand.

Her wiha wezîrê almanî diyar kir ku ewlekarî û istîqrara li Kurdistanê bû sedema wê yekê ku deriyê herêma Kurdistanê ji cîhanê re vebe.

Di hevdîtinê de her wiha pirsa kêşeyên herêma Kurdistanê ligel Iraqê û pirsa Kerkûk hate ziman.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew bi serdana şandeya almanî ji bo Kurdistanê kêfxweş in û hêvî kir ku di gelek warên geşepêdan, rêgihandin û avakirinê de pêwendî di navbera Kurdistanê û Almanya de xurt bibin.

Barzanî got ji bo çareserkirina hemû rengên kêşeyan ew ligel diyalog û çareseriyên aştiyane ne.

AVESTA KURD