Wênekêşê Kurd yê navnetewî ku di raya giştî ya kurdan de weke ‘Hunermendê ku wêneyên xwe bi kurdî dikişîne’ tê nasandin, pêşangeha xwe ya sala n ûya yekemîn li Amedê bi alîkarî û sponsorîya Şaredarîya Mezin ya Amedê vedike. Di pêşangehê de 60 wêneyên hunermend yên ku mijarên xwe ji xweza, bajar û mirovan distînên dê cîh bigirin. Wêneyê Suer yê ji Roboskîyê ku ji alîyê kovara navnetewî National Geographicê hatibû xelat kirin û 3 wêneyên wî yên din ku xwedî xelatên navnetewî ne jî dê bên pêşandin.
Mehmet Masum Suer dest nîşan kir ku di pêşangeha xwe de cîh dide wêneyên ji erdnîgarî û mirovên kurd û dîmenên ji çalakîyên çandî û hunerî. Suer, got, ew bi wêneyên xwe çanda kurd hem bi kurdên ku durî hevudu ketine dide nasandin û hem jî bi bîyanîyan. Suer, li ser navê ku balê dikişîne jî wiha axavî:
“Bi salan min di rojname û ajansên nûçeyan yên cuda de kar kir. Lê min nikaribû vê yekê zêde berdewam bikim. Min dît ku bi nasnameya xwe ya kurdî ez nikarim rojnamevanîye bikim. Di sala 1993yan de min dev ji rojnamevanîya rojane berda. Bi qasî 10 salan bi nasnameya xwe kurdî min nikaribû wêne jî bikişandana. Hem ji alîyekî weke gelek hevalên min ewlehîya can ême tune bû. Ji alîye din ve jî weke beşên hunerê yên din di warê wênekêşîyê de jî bazarek me kurdan tune bû ku em berhemên xwe parve bikin an ticareta wan jî bikin.
Di salên dawî de hem rîska ewlehîya can ji holê rabu û hem jî bazarek me berfireh ya kurdan derket hole ku hunermendên me berhemên xwe bi raya giştî re parve bikin. Piştî van salan yanî di serê salên 2000î de dema kum in ji nû ve dest bi wênekêşîyê kir bi nêzbûn û helwestek îronîk û pêkenokî min got ‘Ez wêneyên xwe bi kurdî dikişînim’. Dema ku li Kurdistana Federal rojnameyek rojane, di nivîsek ku behsa xebatên min dikir de sernivîsa ‘Ez wêneyên xwe bi kurdî dikişinîm’ bikaranî, navên min weke ‘Hunermendê ku wêneyên xwe bi kurdî dikişîne’ ma. Min ji bo navê pêşangeha xwe ji hevalê nivîskar Dilawer Zeraq alîkarî xwest. Hevalê Zeraq go, madem ku tû weneyan bi kurdî dikişînî wê demê behna kurdî jî ji wêneyên te tê. Û her wiha navê pêşangehê ‘Wêneyên BehnKurdî’ ma…”
Suerê ku raya giştî ya kurdan bi çanda wênekêşîya hunerî nasandin da, xebatên wî ji her derê cîhanê ji alîyê gelek kesên kurd û bîyanîyan ve bi balkêşî ten şopandin. Taybetmendîya wêneyên Suer, nihêrînek cuda, rengên zindî, baş bikaranîna ronahîyê û kompozisyonên zexm in. Di du kaqaleyên ku di kovara navnetewî Light and Composition’ê de hatin weşandin, bal hate kişandin wêneyên hunermendê kurd û di warê wênekêşîya mîmarî de wêneyên wî weke numûne hatin nişan dayin.
Wêneyên Suer bi zêdehî pirtûk, rehber, broşur û kartpostalên turîzmê û di rojname û kovaran e tên weşandin. Wekî din jî di fûarên navnetewî yên danasîn û turîzmê de wêneyên Suer tên bikaranîn. Kovara Light and Composition’ê di lîsteya xwe ye ‘100 Wênekêşên Heri Baş’ de cîn da Mehmet Masum Suer jî. Fîrmaya Pentax’ê jî, di lîsteya xwe taybet, di nav wênekêşên cîhanê cîh da Suer jî û di malpera xwe ya fermî de ji bo Suer rûpelekî taybet vekir û wêneyên wî bi cîh kir. Suer, di rûpelê xwe yê taybet yê li ser malpera National Geographic’ê de jî gelek wêneyên xwe bi cîh kirine.