Ji Kurdistana Bakur, alîkariyên ku bi pêşengiya, “Platforma Piştgiriya Gelên Suriyeyê” hatibûn komkirin, ji aliyê şandeyekê ve, ji Derîyê Sînor yê Nisêbînê hate derbas kirin û gihandine Qamişlo. Heyeta Bakur, ji aliyê heyeta ku di nav de Cîgirê Şaredarê Qamişlo Abdulkerîm Saruhan jî hebû ve hate pêşwazîkirin.
Serokê TUHAD-FEDê Zubeyîr Teker axaftinek kir û anî ziman ku, “alîkariya ku me îro aniye, alîkariyeke temsîlî ye û alîkariyên me wê hîn jî dewam bikin.”
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan jî axifî û wê jî îfade kir ku, ew ê hewldanên xwe yên ji bo Rojava bidomînin.
Cîgirê Şaredarê Qamişlo Abdulkerîm Saruhan jî, ji bo alîkariyê spasiya xwe anî ziman.
Dîsa heyeta alîkariyê, ji aliyê bi hezaran kesên Rojava ve hate pêşwazkirin. Di pêşwazîkirinê de pankartên wek, “Kurdên azad sînor nasnakin” û Em piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê slav dikin” rakirin.
Alîkariya ku nêzika 70 tonî bû, bi 7 kamyonan gihandine gelê Rojava.