Jêdereke piştrast diyar kir ku civîn roja 02-02.2013 hate çêkirin.
Hate ragihandin ku civînek roja 03.02.2013 seet 14.00 li gora dema Bexdayê, li ofîseke taybet li navçeya Kesk li Bexdayê çêbû.
Nûnerên her sê aliyan bi hev re heman cihê civînê xwarina êvarê bi hev re xwarine.
Nûnerên her sê aliyan bi 8 otomobîlan çûne cihê civînê.
Di civînê de li ser 16 xalan rawestiyan e, 12 xal yekser pêwendiya wan bi herêma Kurdistanê re hebû ye, xalên din jî pirsa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû ye û hevkariya di navbera her sê aliyan de ye.
Li gora malpera Mal Press, yek ji wan xalan ew bû ye ku her sê alî hemû organên xwe yên medyayê û navendên rewûenbîrî û ayînî li dijî Amerîka seferber bikin.
Her wiha li ser wê yekê hate rawestandin ku alîkariya madî ji bo PYD û Gorran were pêşkêşkirin.