Serrûpel Nûçe “Pêwîstiya Kurdistanê bi boriyeke petrolê heye“

“Pêwîstiya Kurdistanê bi boriyeke petrolê heye“

Belav bike

Li gor Reutersê, herçend Emerîka ne terefdara boriyeka xweser ya ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê ye jî Kurdistan ji ya xwe nayêt xwarê û dê projeya avakirina boriya petrolê temam bike. Aştî Hewramî di preskonferansê de got:

— Em dixwazin ko boriyeka me bi xwe hebe. Niho xebat li ser danîna wê boriyê têt kirin û em dê berdewam bikin heta ko temam bibe.

Para Kurdistanê ji petrola Iraqê ji % 17 ye. Ji bo bikaranîna li bazara nêvxweyî Iraq tenê ji % 3-yê para Kurdistanê rêdike. Kurdistan jî bi rêya tankeran petrolê rêdike Tirkiyeyê da wê kêmasiyê temam bike.

Kurdistan bi rêya tankeran rojane li dor 20 000 varêlên petrolê rêdike Tirkiyeyê û li hemberî wê berhemên petrolê yên rafînekirî werdigire. Dema ko boriya petrolê temam bibe Kurdistan dê bikare rojane zêdetirî 200 000 varêlan û di paşerojê de rojane yek milyon varêlên petrolê eksport bike. Nefel