Serrûpel Nûçe Ala Tirkiyê çi anî serê Kişanak!

Ala Tirkiyê çi anî serê Kişanak!

Belav bike

Li Sêrtê, li salona ku 2.Kongreya Asayî a Bajarê Sêrtê a BDPê pêk dihat, bûyereke ku kêm tê dîtin hate jiyandin. Salon, bi rengên kesk û sor û zer hatibû xemilandin. Belkî cara yekê ye ku, di kongreyeke BDPê de li salonê ala Tirkiyê jî hatibû daliqandin. Hevseroka BDPê Gultan Kişanak jî beşdarî kongreyê bû. Kişanak, bi sloganên “Bîjî Serok Apo” hate pêşwazîkirin.
Kişanakê di kongreyê de axaftinek kir. Bûyera balkêş jî di dema ku Kişanak diaxifî pêk hat. Ala Tirkiyê a daliqandî, çimekî xwe qût bû. Kişanak ew ferq kir û axaftina xwe birî. Heta ku peywirdaran ala Tirkiyê sererast kir, wê dest bi axaftina xwe nekir. Piştî al hate sererastkirin, Kişanakê careke din dest bi axaftina xwe kir.