Serrûpel Nûçe Ji bo ku şerê Kurdan bike

Ji bo ku şerê Kurdan bike

Belav bike
Rojnamevanê ku wek pisporê Rojhilata Navîn tê naskirin Cengîz Çandar, di gotara xwe a doh de, qala daxuyaniyeke Serokê PYD Salîh Muslim, ku di hevpeyvîna bi Rudawê re gotiye, dike. Çandar wiha dibêje, “Salîh Muslim, di daxuyaniya ku da Rudawê de, îdiayeke nû aniye ziman. Tirkiyê, bona ku hêzên Navaf Beşîr li Serêkaniyê û li herêma el-Cezîre êrîşa hêzên Kurdan bikin, 200 mîlyon dolar daye Rêberê saziya bi navê ‘Eniya Rizgariya Firat û El Cezîre” yê Navaf Beşîr.”
Çandar dinivîse ku Salîh Muslim wiha gotiye, “Plana wan ew e ku Kurdan bêçek bikin. Ti eleqeya vê bi şoreşa Suriyê re tine. Wana bi şoreşa Suriyê re xizmet nakin. Ev daxwaziyeke Tirkan e ku hewl didin Kurdan bêpar bihêlin.”
Cengîz Çandar, di heman mijarê de cih dide daxuyaniyên Serokê berê yê Konseya Netewî a Kurdî Abdulhekîm Başşar jî. Diyar dike ku Başşar jî heman îdia bilêv kiriye û dewam dike, “di navbera Abdulhekîm Başşar û Tirkiyê de av nediçû. Balkêş e ku bûyerên Serêkaniyê, Kurdên dij hev tîne ba hev.”
Rojnamevan Çandar, di berdewamiya gotara xwe de îfade dike ku, rojnameya Rudaw, heman rojê bi Navaf Beşîrê 59 salî re jî hevdîtin kiriye. Navaf Beşîrê ku êrîşa Kurdan dike, li Stenbolê dijî û alîkariya Tirkiyê jî înkar nake. Navaf Beşîr wiha gotiye, ” Tirkiyê, di warê leşkerî, manewî û mirovî de piştgirî daye me. Em spasdarê Tirkiyê ne.”
Çandar, di nivîsa xwe de, esas li ser pêvajoya Îmraliyê disekine û tîne ziman ku, “şerê li Rojava yê li dijî Kurdan, xwedan potansiyeleke wisa ye ku, kare pêvajoya Îmraliyê ji rê derxîne, lê ti kes li ser vê rastiyê nasekine.”