Serrûpel Nûçe Ocalan: Li xwe miqate be dikarin te bikujin“

Ocalan: Li xwe miqate be dikarin te bikujin“

Belav bike

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Şafakê, ku ev rojname gellekî nêzika hikumeta AKPê ye, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Hevserokê KCDê Ahmed Turk, ji bo sûîkasteke li dijî wî, hişyar kiriye.
Ocalan, bi Ahmed Turk re gotiye ku, “kesên ku dixwazên vê pêvajoyê sabote bikin, karin li dijî te sûîkastekê  pêk bînin.”
Di 3ê Rêbendanê de, Hevserokê KCDê Ahmed Turk û Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata, li Grava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re rûniştibûn.
Ahmed Turk ev îdiaya piştrast kiriye û diyar kiriye ku, Ocalan bi wan re gotiye, “di hevdîtina li Îmraliyê de em hişyar kirin. Got, pêvajo hatiye qonaxekê. Di bergeha mizakereyan de, dibe ku provokasyon pêk bên. Her kesekî ku têkariya pêvajoyê dike, pêwiste hişyar be.”