Serrûpel Nûçe YPG siyasetvanekî Kurd û kurê wî girt

YPG siyasetvanekî Kurd û kurê wî girt

Belav bike

Girtîna wî ji aliyê Asayîşa YPG ve ji hemû aliyan ve tê şermezarkirin.

Dema ku ew çû li kurê xwe yê girtî bipirse hate girtin.

Ew her du niha li zindanên YPG li Kobanî girtî ne.

Di derbarê vê yekê de serokê Partiya Azadî Mistefa Cuma di hevpeyvîneke xwe de ji YPG-PYD daxwaz kir ku ew dev ji van kiryarên xwe berdin û yekser hevalên yên di zindanan de girtî serbest berdin.

Cuma her wiha got eger tiştek were serê hevalên wan yên girtî PYD-YPG berpirsiyar in.

Alaadin Hamam (Bavê Serdar)  siyasetvanekî naskirî ye, ew nêzîkî 6 salan di zindanên Baas ya Suriyê de ma ye.

Ew serkirdeyekî Partiya Azadî ye û endamê Encumena Niştimanî ya Kurd e li Sûriyê.

Çavdêrên siyasî dibêjin kiryarên YPG yên bi vî awahî rê li ber şerekî Kurd-Kurd vedike û divê haya Kurdên rojava ji vê yekê hebe.

AVESTA KURD