Serrûpel Nûçe Hunermendên Tirkiyê berê xwe didin çiyan

Hunermendên Tirkiyê berê xwe didin çiyan

Belav bike
Weke tê zanîn hunermenda sînemayê ya navdar Ayşen Gruda ji rojnameya Tarafê re gotibû eger dewlet destûrê bide ew amade ye biçe Qendîlê û ji bo aştiyê ligel PKK biaxife.

Hevpeyvînê li Tirkiyê deng da û bû sedema gotûbêjeke mezin.

Weke piştgirî Ediz Han ji heman rojnameyê ji Tarafê re got ku ew amadeye ji bo razîkirina PKK bi Ayşen Gruda re biçe çiyan, ji bo ku pêvajoya aştiyê bi serkeve.

Han got ji bo aştî pêk were çi ji wî were xwestin ewê bike.

AVESTA KURD