Serrûpel Nûçe Cemaeta Gulen ne tenê Cemaete lê “dewlet“ e

Cemaeta Gulen ne tenê Cemaete lê “dewlet“ e

Belav bike
hewldanên belavkirina zimanê tirkî dike û di çarçoveya danûstandinên di nevbera ol û baweriyan de bi navê Platforma Abantê panel û civînan lidardixe. Di bin sîwana Cemaeta Gulen de saziya herî berfireh û çalak Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan ê; ev sazî di sala 1994ê de hat damezirandin û rêvebirina hemû dibistan û kolejan weqfa navborî dike. Li gor lêkolîneke kovara Yeni Aktuelê li 92 welatan nêzîka 500 dibistanên seretayî û lîseyên Cemaeta Gulen hene, herwiha 6 zanîngeh û gellek navendên perwerdê û ziman hene. Li dibistanên 92 welatan bi tirkî, îngilizî û bi zimanê wî welatî perwerde tên dayîn. Rayedar û nûnerên Cemaeta Gulen li kîja welatî kar bikin hewl didin ku bi siyaseta wî welatî re nakokî ҫênekin û têkiliyên xwe germ bihêlin.  

Cemaeta Gulen 19 sal in li Herêma Kurdistanê kar dike

Weke gellek welatan Cemaeta Gulen li Kurdistanê jî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê çalak e. Cemaeta Gulen ewil di sal 1994ê de li Hewlêrê bi navê “Işık Kolejiˮ dibistanek vekir. Cemaetê ji sala 1994ê heta niha bênavber karê xwe dom kir û niha li seranserê Herêma Kurdistanê bi giştî 18 dibistanên wan hene ku yek ji wan zanîngeha bi navê “Işık Üniversitesiˮ ye.  Ligel 18 dibistanên li Herêma Kurdistanê li navend û Başûrê Îraqê 12 dibistanê Cemaeta Gulen hene. Di 18 dibistanên cemaetê de li Herêma Kurdistanê nêzîka 5 hezar xwendekar ders dibînin. 

Radyo Devran weşana stranên tirkî dike



Ji bilî 17 dibistan û zanîngehekê li Herêma Kurdistanê Radyo Devran jî heye ku bi kurdî, tirkî û erebî weşana nûçeyan û muzîkê dike. Di Radyo Devran de bi pirranî stranên Îbrahîm Tatlises, Mahsum Kirmizigul, Sibel Can tên weşandin. Navenda Devran Radyoyê li Stenbolê ye û Rêvebirê wê jî Bunyamîn Şen e. Bernameya taybet ji bo Herêma Kurdistanê spîkera li Stenbolê Fatma Gokbulut amade dike.

Zarokên rayedaran diçin dibistanên cemaetê

Rêveberiya dibistanên Cemaetê li Herêma Kurdistanê şîrketa bi navê Fezalar dike. Berpirsiyarê medyayê yê Şîrketa Fezalarê Ozgur Kuçuk e. Weqfa Rojnamevan û Nivîskaran jî civînên çapemenî û panelan lidar dixe û hewl dide nivîskar û rojnamevanên kurd û tirk nêzî hevdû bike. Ev heşt salên dawî hemû karên Cemaeta Gulenê li Herêma Kurdistanê Talip Buyuk birêvedibe. Buyuk ji bajarê Behra Reş Trabzonê ye. Demeke berê Rojnemavan Ruşen Çakir serdana Herêma Kurdistanê kir û rêvebirê Cemaeta Gulen, Talip Buyuk jê re gotiye, “Em perwerde didin herkesî û zarokên hemû rayedaran dibistanên me hildibijêrin. Rojnameya nijadperest û kemalîst ya bi navê Aydinlik rexne li Cemaeta Gulen digire ku li dijî rejîma laîk xwe bi rêxistin dike û îdia dikin ku cemaeta navborî heta niha li Bakurê Kibrisê û ji bo Tirkmenên Îraqê dibistan venekirine. Lê li Kerkûkê bi nave Çag Kolejî dibistaneke taybet heye bo Turkmenan.  

Dibistana dawî li Silêmaniyê

Li Herêma Kurdistanê dibistana dawî bi navê Dibistana Seretayî ya Işikê ya Taybet (Ozel Süleymaniye Işık İlkokulu) di 3yê Çileya sala 2012ê de li bajarê Silêmaniyê vebû. Di vekirina dibistanê de Konsolê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Aydin Selcen jî amade bû. Ev dibistan di nava çar mehan da hat avakirin û gerînendeyê wê jî Bekir Erdag e û ew jî hevwelatiyê Tirkiyeyê ye. Li vî dibistanê 620 xwendevanên kurd hatine tomarkirin û perwerdeya bi kurdî, tirkî, îngilizî û erebî tê dayîn. 

Axaftina tirkî di nava xortan de belav bûye

Ruşen Çakir di reporta xwe de diyar dike ku li hemû dibistanên cemaetê dersên tirkî jî hene û dibêje, “Dersên tirkî wisa hene ku hema bêja hemû şagirt baş bi tirkî dizanin. Ji xwe piştî têkiliyên Tirkiyeyê bi vê herêmê re, axaftina bi tirkî jî li Kurdistana Îraqê pirr pêşketiye. Ciwanên ku li van dibistanan dixwînin paşê dikarin bi hêsanî herin li zanîngehên mezin û navdar bixwînin.”

Li Amedê zanîngeha weqfê

Li Bakurê Kurdistanê Cemaeta Gulen piştgirî ji dewletê digire, lê tevgera kurdî, bi taybetî PKK li dijî belavbûna wan têkoşîn dike. Lewma xebatên cemaetê ligel parastina hikûmeta AKPê li Bakurê Kurdistanê zêde pêşnakeve. Lê ew niha li navenda Bakurê Kurdistanê, li Amedê hewldana damezirandina zanîngehekê dikin. Pêşniyara qanûnê ya derbarê zanîngeha Selaheddîn Eyyûbî, roja 1ê Sibatê li parlementoya Tirkiyeyê di heyeta îdarî de bi dengên hemû partiyan, BDP jî di nav de, hat qebûlkirin û bû qanûn. 
Li gor vê yasayê Zanîngeha weqfê ya Selaheddîn Eyyûbî wê li nevҫeya Amedê Baglarê bê avakirin û sala ewil perwerdê bide 2500 xwendekaran.
Wê di zanîngeha Selaheddîn Eyyûbî de, fakulteyên Îlahiyatê, Zanîstên Tendirustiyê, Endazyarî û Mîmarî, Zanîstên Aborî û Îdarî, Zanîstên Sosyal û Fenê, dibistanên bilind yên meslekî jî hebin. Herwiha di bin sîwana unîversîteyê de wê zimanê kurdî jî bên xwendin. Ev dibe duyemîn zanîngeh li Amedê û dibe zanîngeha sêyemîn ya weqfê ku her du zanîngehên din li Dîlokê ne.

Sazî, dezge, kovar û weqfên Cemaeta Gulen
Asya Fînans, Samanyolu TV, Rojnameya Zamanê, Kovara Aksiyon, Kovara Zafer, Kovara Sizinti, Kovara Yeni Umut, Ajansa Nûçeyan a Cîhan (CHA), Burç FM, Dersxaneya Niluferê li Qersê, Dersxaneya Sûrê li Amedê, Weqfa Rojnamevan û Nivîskaran, Weqfa Mamosteyan a Tirkiyeyê, Zanîngeha Fatîh.
Weqfa  Şurkav li Rihayê,  Weqfa Perwerde û Çandê li Erziromê. Ji bilî van sazî û dezgehan li 9 navceyên Rihayê avahiyên hewandina xwendekaran û dersxaneyên Feza, li navenda Rihayê jî 5 navendên hewandina xwendekaran û dersxaneyên Feza, Lîseya Mûrat ya Taybet, lîseya keçan a Çaglayan. Li he
rêma Başkurdistanê Xizmeta Perwerdê ya Serhedê; Koleja Nilufer li Herêma Kurdistanê. (Azad Dîcle – Rûdaw)