Serrûpel Nûçe PKK çekên xwe teslîmî Barzanî dike

PKK çekên xwe teslîmî Barzanî dike

Belav bike


Guardian bir kurtayî di nirxadina xwe de van babetan destnîşan dike:

– Li Çiyayên Qandîlê nêzikî 6-7 hezar çekdarên PKK hene. Ev hatine pêvajoyekê ku dest ji çekên xwe berdin. Lê di vê riyê de gelek astengên girîng hene…

– Lê mirov dibîne ku vê carê daxwazên Erdogan û hêviyên siyasî yên kurd dikin bi awayekî gelemperî bi hev re diguncin…

– Eger ev lihevhatin çêbibe, dê PKK çekên xwe teslîmî hêzên Mesud Barzanî bike. Ji ber ku derdora çiyayê Qendilê bi ser Kurdistanê ve ye û di bin bandora Barzanî de ye“

– Ji berî niha jî ev gavên bi vî awayî hatinê avêtin lê bi serneketine. Vê carê Erdogan vekirî behsa hevdîtinên li gel Ocalan dike û lê xwedî derdikeve…

– Diyare dê zehmet be lê hevdîtin û axaftinê dikare bihêle ev pêvajo bi serbikeve. Ev şerê ku bûye sedema kuştina 40 hezar însan bi dawî tê û ji vê wêdetir jî ji bo Kurdan lihevhatin dibe sedema pêkanîna destûreke nû, herweha qanûnên li dijî terorê ji holê radibin…

– Ji bo Erdogan jî despêkeke nû çêdibe, dê bi alîkariya BDP yasayên nû ji parlementoyê derbas bike… (Rojevakurd)