Serrûpel Nûçe Di mijara laçikê de BDP û AKP li hev kirin

Di mijara laçikê de BDP û AKP li hev kirin

Belav bike
Di civîna ku doh pêk hat a Komisyona Nivîsandina Makezagonê de, xala “Karmend û Peywirdarên Kamuyê yê Din” hate gotûbêjkirin. 4 partiyên di komisyonê de (BDP,AKP,CHP,MHP), li ser navê xala dihat niqaşkirin li hev nekirin. AKPê di teksta makezagona nû de, ji bo ku cudatiya di nav karmendan de bê rakirin, dixwest ku îfadeya “xebatkar” cih bigre.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, BDP û AKPê, dema ku zagon dihat amadekirin, tenê ji bo esasgirtina peyva “liyakat”ê lihev kirine. Hiquqzanê makezagonê diyar dikin ku, bi vê guherandinê, jineke bi laçik kare di saziyeke fermî a dewletê de bixebite.
Pêşniyara AKPê a “ji bo ku kesekî bigirî kar, bilî liyakatê ti şert û mercên din nayên xwestin”, berê jî hatibû niqaşkirin lê ji ber îtiraza partiyên din neketibû teksta makezagona nû. Bi piştgiriya BDPê ev pêşniyara AKPê hate qebûlkirin û kete teksta makezagona nû.