Serrûpel Nûçe “Hevdîtin bi PKK re çênebûne”

“Hevdîtin bi PKK re çênebûne”

Belav bike

Karayilan di axaftina xwe de diyar kir ku hevdîtin di navbera PKK û dewleta Tirk de çênebûne, 

Karayilan diyar kir ku hukûmeta Tirk tu hevdîtinek bi wan re nekiriye û da zanîn ku tu daxwazên hevdîtinê jî tune ye. Karayilan got ku serokê PKK Abdullah Ocalan nunertiya wan dike û ew têrê dike.

Karayilan xwest ku saziyên peywendîdar bikarin bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin û riya wê yekê were vekirin.

Li ser danîna çekan jî Karayilan got, “Tu kes çekan danayne. Lê belê ger ku pêvajoyek cîdî pêşbikeve û pêngavên ku bên xwestin bên avêtin em jî dê biryar bigirîn û ger ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve, em jî dê li hemberî vê pêvajoyê vekirîbîn. Em ji bo vê yekê vekirîne. Lê dema ku tiştek li holê nebe, lê wek ku dê niha çêbibe didin xuyakirin. Ev yek derewin, hedefa wê manîpulekirine. Divê ku tu kes ji vê yekê bawer neke. Ger ku tiştek pêş bikeve emê bi gelê xwere parve bikin.”

AVESTA KURD