Girêdana wî ya şal û şapik gelekî balkêş e.
Ferq tenê ewe ku Karayilan kemer di ser şûtik re kişandiye û nemir Barzaniyê nemir jî kemer avêtiye bin şûtik, ji ber hebûna xençerekê.
Kesên ku Karayilan ji nêzîk ve nas dikin, dibêjin ew bi xebat, welatparêzî û fedekariya Bazaniyê nemir sersam e.
Ew ji berê de yek ji hezkiriyên Barzanî bû ye.
Wî her demê rêz ji xebata Barzanî re girtiye û fedekariya wî bilind nirxandiye.
Jêdereke nêzîkî Karayilan ku wî ji nêzîk ve nas dike û nexwest em nav eşkere bikin ji Avesta re got ku Murat Karayilan ku bi xwe ji gundekî Suruca ser bu Ruhayê ve ye, bi girêdana wan kincên xwe yên gerîlayetiyê dixwaze wê îmajê bide ku ew şopa Barzaniyê nemir dajo.
Weke tê zanîn Karayilan ji bo lidarxistina Kongreya Natewî helwesta xwe diyar kir û got ku ewê bi her awahî piştgiriya wê kongreyê bikin ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dê serpereştiya wê bike.
(ji arşîva avestakurd)