Serrûpel Nûçe Lîsteya “binavkirinê“ eşkere bû

Lîsteya “binavkirinê“ eşkere bû

Belav bike

Di sala 2001 an de, Gerînendetiya Giştî a Ewlehiyê, ji TRT’yê (televîzyona fermî a dewleta Tirkiyê) re nivîsek şandiye. Ji TRT’yê xwestiye ku li gorî lîsteya ku wana şandiye peyv û îfadeyan bikar bînin.
Rojnamevanê Milliyetê Can Dundar, di nivîsa xwe de wiha qala vê bûyerê dike: “Çendakî berê min arşîv tevdida û ez rasta belgeyeke aîda sala 2001’ê hatim. Emniyetê ji TRT’yê re nivîsek şandiye… Di belgeya ku şandine de, di nûçeyan de “Termînolojiya ku wê were bikaranîn”  tê dîkta kirin. Ew lîsteya ku dewlet, ji çi re çi dibêje an çi nabêje ye. Di 12 salan de ji kuderê em hatine kuderê.
Lîste wiha ye:
Divê Çi Nebêjin                    Divê Çi Bibêjin
PKK Lîderî                              Bölücübaşi (Serdabeşkar)
Apo                                       Terorîst Ocalan
PKK                                       Kanli Teror Orgütü (rêxistina Xwînrij a terorê)     
Gerîla                                    Terorîst
Biryargeha Rêxistinê               Teror Yuvasi (Hêlîna terorê)
Îsyan, serhildan                      Çalakiyên terorîst
Komutan                                Rayedarek
Gundên hatine şewitandin        Gundên ku gel terk kirine
Parlementerên Kurd                Xebatkarên Rêxistina terorê
Dewleta Kurd                         Pêkhatina li Bakurê Iraqê
Kurd                                      Hemwelatiyê Tirk