Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê Feysel Yusif dibêje ku ENKS herdem xebat kirîye ku opozisyona Sûrîyê “yek be û em jî beşek bin li wê opozisyonê. Lê mixabin, opozisyon heta niha îtîraf bi mafê miletê Kurd nekirîye.”
Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Feysel Yousif dibêje ku ENKS niha danûstandinê dike jibo wergirtina mafê gelê Kurd û paşî di hevalbendîya opozisyona Sûrîyê beşdar dibe.
Serokê ENKS dibêje ku hinek komeleyên opozisyona Sûrîyê bawer dikin ku “Kurd di Sûrîyê de ne xwedîyê erdê xwe ne û ne beşek in di dîroka Sûrîyê de. Hinek heta niha bawer dikin ku Kurd mêhvan in li Sûrîyê.”
Birêz Feysel Yusif dibêje ku gelê Kurd li Sûrîyê “li ser erdê xwe ye û beşek e li şoreşa Sûrîyê” û xebatê dike jibo avakirina Sûrîyeke demokratîk.
Dengê Amerîka (VOA)