Serrûpel Nûçe HYUNDAI li Kurdistanê bi cih dibe

HYUNDAI li Kurdistanê bi cih dibe

Belav bike

Nûnerê kompaniya navborî got ku, ew dixwazin li Kurdistanê di warê enerjiyê, avakirina fabrîkeya çîmentoyê û çend pirojeyên din yên mezin de sermayeyê xwe birazînin. Berprisên kompaniya HYUNDAI got ku, ew nuha lêkolîn dikin ku, bên li Kurdistanê beşdariyê di encamdana pirojeyên mezin de bikin û bi hevahengî digel kompaniyên navxweyî karê hilbirînê bikin.

Waliyê Silêmaniyê ji nûnerên kompaniya HYUNDAI re got ku, nuha hikûmeta Kurdistanê mijûlî avakirina bajarên industry ye û ji bona avakirina fabrîkeyên memzin zevî li gersê wîlayetên Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û kompaniya HYUNDAI jê dikare fêdey ji van îmkanan bibîne.

Behroz Heme Salih daxaz ji nûnerên kompaniya HYUNDAI kir ku, ofîsên xwe li her sê bajarên mezin yên Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) vekin. – Rojevakurd