Serrûpel Nûçe Ji bo rawestandina operasyonê berê xwe dane çiyan

Ji bo rawestandina operasyonê berê xwe dane çiyan

Belav bike
Artêşa Tirkiyê, li sêgoşeya navçeyên Amedê Lîce û Hanî, li navçeya Çewlikê Gençê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di seetên sibê de operasyona li herêmê dijwartir bûye. Li ser vê, bona ku karibin operasyona leşkerî rawestînin, gellek BDP’yî, ku di nav de parlementera Amedê Nursel Aydogan, parlementera Êlihê Ayla Akat Ata jî hene, ber bi çiya ve meşiyane û xwestine ku derbasî herêma operasyonê bibin. Leşkeran bi hinceta ewlehiyê, gel û koma BDP’yê, bera herêma operasyonê nedane. Li cihê ku koma BDP’yî hate rawestandin, li ser navê komê Serokê BDP’ya Lîceyê Harun Erkuş axaftinek kir û anî ziman ku, heta leşker ji herêmê xwe venekişînin wana jî venagerin û êdî naxwazin ku mirinan bibînin.
Erkuş wiha axifiye: “Niha em li vira 500 kes in. Kesên ku li derdorê Amed û Lîceyê ketine rê jî hene. Leşkeran bona ku me bitirsînin, gule berdane hewa û bombeya gazê avêtine ber me. Jineka heval me, ji destê xwe sivik brîndar bû. Em niha li vira li lûtkeya çiyanin. Em belavî derdorê bûn. Leşker jî bêdeng dipên. Heta leşker venekişe, nîyeta me jî tine ku em vegerin. Em êdî naxwazin mirinan bibînin. Em naxwazin cenazeyên gerîla an leşkeran bibînin.”