Serrûpel Nûçe Zêdetir ateîst ji malbatên misilman derdikevin

Zêdetir ateîst ji malbatên misilman derdikevin

Belav bike
Li seranserê cîhanê, ji bo ku di derheqê ateîstan de agahiyên rast bidestxînin, ji aliyê Yekîtiya Ateîstên Navneteweyî ve (Atheist Alliance International), bi rêya înternetê anketek hatiye lidarxistin. Anket di 12ê Rêbendana 2012 an de destpê kiriye. Di deraxî meh û nîvekê de, 176 hezar kes beşdarî anketê bûye. Tirkiye, welatê çaremîn yê ku herî zêde ateîst beşdarî anketê bûne ye. Li Tirkiyê 10 hezar û 600 kes beşdarî anketê bûne û agahî dane. Li gorî encama anketê, li Tirkiyê ji % 84 ateîst ji malbatên misilman derketine. Rêjeya ateîstên bêol jî tenê ji % 13 ye.
Dîsa di anketê de hûrgiliyeke din a balkêş jî ev e ku, kesên ateîst pirraniyê wan mirovên ku zanîngeh xwedine ne. Ji % 72 ateîstan zanîngeh qedandine. Tenê rêjeya ateîstên ku lîse qedandine ji % 7 e.
Ji kesên ku beşdarî anketê bûne, ji % 85 temenê wan jêrî 35 saliyê ye. Hûrgiliyeke din, ateîstên ku anket bersivandine ji % 77 mêr in.