Navenda Lêkolînên Civakî û Stratejîk a MetroPOLL, li Stenbolê, li 39 navçeyan, ji 2502 kesan hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pirsîn. Anket di navbera 26ê Rêbendan û 1ê Sibatê de hatiye kirin.
Li gorî encamên anketê, ji % 46.9 hevdîtinên MÎTê yên bi Ocalan re dipejirînin. Ji % 56.1 hevdîtinên bi Ocalan re napejirînin.
Di anketê de hepsa malê a ji bo Ocalan jî hatiye pirsîn. Kesên ku beşdarî anketê bûne, ji % 83.9 naxwazin ku Ocalan derkeve hepsa malê. Ji % 5.9 diyar dikin ku ev derketina hepsa malê a Ocalan rast dibînin.