Li bajarên wek Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Wan, Colemêrg, Agirî, Qers, Îdil û navçeyên van bajarana, ji bo protestokirina komploya navneteweyî a li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, esnafan derabeyên dûkanên xwe venekirin û zarokan jî dibistan boykot kirin. Gelê herêmê kontakên wesaîtan venekirin û bilî dermanxane û firinan her der girtî ma.
Li Amedê, li ser banga BDPê gel kincên sor, ku ev remza berxwedanê ye, li xwe kirin. Li bajêr ji aliyên BDPê ve meşek wê bê lidarxistin.
Li hin deveran, polîs midaxeleya meşên protestoyê dike û di nav gel û hêzên dewletê de gengeşî derdikevin. Li Qosera Mêrdînê, polîs midaxeleya meşa protestoyê kir û hemwelatiyekî bi navê Ramazan Ay, bi derba jopên polîsan brîndar bû û rakirine nexweşxanê.
15ê Sibata 1999 an de, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li Kenyayê bi komployeke navneteweyî hatibû girtin û anîbûn Tirkiyeyê.