Serrûpel Nûçe Parlamentoya Kurdistanê bûdceya 2013 qebûl kir

Parlamentoya Kurdistanê bûdceya 2013 qebûl kir

Belav bike

Îro Parlamentoya Kurdistanê bi 61 dengê erê û 32 dengê na, wate bi piraniya dengê parlamenteran proje-yasaya butçeya Herêma Kurdistanê ya 2013-ê pesend kir.

Derbarê meseleya ka çima fraksyonên mixalefetê deng nedan proje-yasaya butçeya Kurdistanê, parlamenterê Komela Îslamî Bilal Silêman ji Xendanê re got: ‘’Ji ber gelek têbîniyên me li ser xerciya dahat a di proje-yasayê de hebûn, me deng neda.’’

Bilal Silêman wiha axifî: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xercî û dahata butçeyê nikarî qenaetê ji me re çêbike, bi taybetî dahatên butçeya îsal, lewra me deng neda wê proje-yasayê.’’

Ji aliyê xwe ve Seroka Fraksyona Kurdistanê Sozan Şehab jî got: ‘’Gelek xalên hevbeş di pêşniyarên Fraksyona Kurdistanê û fraksyonên mixalefetê de hebûn, loma îro herdu lijneyên darayî û yasayî civiyan û di encam de bi piraniya dengan butçe hat pesendkirin.’’ BAS