Serrûpel Nûçe Miftî fetwe da: Tecawiza wan bikin û bikujin

Miftî fetwe da: Tecawiza wan bikin û bikujin

Belav bike

Koma muzîkê a bi navê Pragaash, ku ji 3 keçên ciwan yên ku hîn li lîseyê dixwînin pêk tê, li Hîndistanê, bi pêşengiya mirovekî olî bi tecawîz û kuştinê re têne tehdît kirin. Îlahiyatzanê Kaşmîrî Bashiruddin Ehmed, fetweyek di derheqê 3 keçên ciwan de da û diyar kir ku, ew koma muzkê ne li gorî nirxên îslamî ne. Li ser vê fetweya mirovê olî, li ser hesabê facebooka 3 keçan, kampanya nefret û tehdîdan destpêkir. Piştî fetweya Bashiruddin Ehmed, kevneperestên li Hîndistanê bi awakî eşkere, li ser înternetê kampanya meşandin. Ji endamê koma muzîkê a Pragaash re dinivîsin ku, “em ê tecawiza we bikin û we bikujin.”
Ji ber tehdîtan, keçên ciwan tirsiyan û konserên xwe betal kirin.  
Siyasetmedarê Kaşmîrî Omah  Ebdullah, piştgirî da koma muzîkê û got, “em rê nadine kevneperestan ku dengê we bibirin.”