Serrûpel Nûçe MUSÎADê ji Îbo re got “NA”

MUSÎADê ji Îbo re got “NA”

Belav bike

MUSÎADê serîlêdana stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises qebûl nekir. Tatlises, bona ku bibe endamê MUSÎADê, nêzika 3 mehan berê, formên endamtiyê tije kirin û bi 2 referansên ku endamên MUSÎADê ne, serî li Navenda Giştî a Komeleyê da. Serîlêdana Tatlises, ji aliyê Komisyona Endamtiyê ve, bi hinceta “rewşa malî” nehate qebûl kirin.
Derkete holê ku, MUSÎADê hinceta “rewşa malî” ji xwe re kiriye bahane. Sedema rast ev bûye ku, kesayetiya Tatlises ji bo endamtiyê, li gorî pîvanên komeleyê guncaw nehatiye dîtin.
Tatlises, xeynî stranbêjiya xwe, ew patronê holdîngekêye jî. Koma Tatlises, di warê zad (xurek), tekstîl, medya û turîzmê de xebatên xwe didomîne.
Tatlises, piştî êrîşa çekdar a li dijî wî, di hilbijartinan de serî li AKPê jî dabû ku bibe namzetê parlementeriya bajarê Rihayê lê AKPê ew red kiribû.