Serrûpel Nûçe “Barzanî nameya Desteya Bilind digihîne Rûsya”

“Barzanî nameya Desteya Bilind digihîne Rûsya”

Belav bike

Duh şanda DBK’ê gihişt Herêma Kurdistanê û li Selahedîn ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.  

Di vê derbarê de endamê DBK’ê Aldar Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Serdana me li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê bû. Di civînê de Barzanî derbarê serdana xwe ya vê dawiyê ya ji bo welatên Yekîtiya Ewrûpa û civîna li Davosê çend têbiniyên xwe bi me re parve kir. Barzanî ji me re ragihand ku piraniya welatên Ewrûpa ligel çareseriya aştiyane ya pirsa kurd a li Sûriyê ne. Ji ber ku kurdan ti peywendî ligel rêxistinên wekî, El-Qaîde û aliyên Îslamî yên radîkal nîne. Herwiha bi şêweyekî aştiyane daxwaza mafê xwe dikin. Herwiha beşekî zêde ya opozisyona Sûriyê helwestekî erênî li ser pirsa kurd hene.”

Aldar Xelîl wiha got: “Biryare serokê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya bo Rûsyayê, nameya Desteya Bilind a Kurd bigihîne berpirsên wî welatî. Me di nameyê de daxwaz ji Moskovayê kiriye ku helwesta xwe li ser çareseriya pirsa kurd li Suriyê nîşan bide.”