Di destpêka civînê de balyozên Yekîtiya Ewrupayê di gotarekê de balkişandin li ser wê yekê ku, ew li ser raspardeya Yekîtiya Ewrupayê ku, nûnerayetiya 27 welatên ewrupî dike hatine ji bona ku ji nêzîk ve agahdarî dîtin û nêrînên serok Barzanî yên di derbarê kirisa Iraqê û sedem û çawayiya çareserkirina wê bibin.
Şandeya YE ragihand ku, Yekîtiya Ewrupa bitirsek mezin ve temaşa wê tengasiya Iraqê dike û bi tu awayekî jî hevpeymaniyê bi tu kes û ali re nakin, eger rêz li destûr û peymanan negrin:
– Ji bona vê yekê, em bi girîngiyê ve temaşa vê civîna digel serok Barzanî dikîn. Em dê dîtin û nêrînên Bazani yên di derbarê wê tengasiyê de li civîna Brukselê ku, biryare di heftiya pêş de bête encamdan, danin ber destê beşdarên civnê.
Balyozên Yekîtiya Ewrupa eve jî ragihand ku Yekîtiya Ewrupa digel encamdana guftûgoyekî ciddiye di navbera alî û pêkhatên iraqiyan ji bo gihîştina çareseriyeke bingehîn û YE dixwaze yarmetiyên pêwîst pêşkêşî hemû aliyan bike bi mebesta rakirina astengiyên li ber pêvajoya siyasî û berev pêşvebirina pêvajoya demokrasiya li welat. Ev yek jî bi pişt bestina bi destûr û peymanên li navbera aliyên siyasiyan de hatine îmza kirin pêktê. Li ser hilbijartinên pêş yên Iraqê jî, Balyozên Yekîtiya Ewrupa dûpat kirin ku divê hilbijartinekî azad û serbixwe û li jêr çavdêriya navdewletî da be.
Di civinê de, serok Barzanî gelek bi hurî behsa pêvajoya Iraqê kir û bi taybetî behsa gihertinên siyasî û ew qonaxên ku Iraq têda derbasbûye kir. Barzanî balkişand li ser wan kêşe û astangan ku rûbirûyê pêvajoya siyasî bûne û got ku, îro Îraq di tengasiyeke kûr daye û pêwîstî bi çareserkirinekî bingehîn heye. Her wiha serokê Kurdistanê behsa girîngiya destûrê kir û tekez li wê yekê kir ku ew hemû kêşeyên hatine pêş ji ber pabendnebûna bi destûr e û ronahîkir ku eger hemû alî pabendî wê destûrê bibûyan ev giriftari dirust nedibûn:
- Kurd herdem beşek dibe ji çareseriya siyasî û bi hemû şiyanek ve jî hewla çareserkirina wan tengasiyan dide û biryare jî li ser daxwaza aliyên din yên Iraqê dawiya vê heyvê civîneke berfireh li Hewlêrê, ji bo dû mebestan, birêve biçe:
1- Nirxandina rewşê.
2- Ew gavên ku pêwîste bêne avêtin.
Di derbarê pêvajoya hilbijartina jî de, serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku, ew jî digel hilbijartinekî azad, serbixwe û bê kêmasîn e, lê belê berî hilbijartina pêwîste amarekî bi hûrî li welat da bête encamdan û di vî warî de Yekîtiya Ewrupa dikare roleke diyar bilîze.
Di derbarê rewşa Kurdên Suriye jî de, serok Barzanî ragihand ku hejmara koçberên Suriye li Herêmê gihîştiye 75 hezar kesan û hikûmet û xelkê Kurdistanê jî bi berdewamî alîkariyê penaberên surî dikin û li ser pêşkêşkirina wan alîkariyan dê berdewam bin.
Di dawiya civînê de ku, balyoz û nûnerên welatên Yekîtiya Ewrupa (Polonya, Çek, Îspanya, Swêd, Silovakya, Romanya, Brîtanya, Elmanya, Yunan, Fransa, Îtaliya û Holanda) amadebûn, çend pirsiyarek pêşkêşî serok Barzanî kirin.