Îro (17.02.2013) di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Azad a Suriyê (AA) de, li Serêkaniya Başûr peymana aşîtiyê hate îmze kirin. Payman ji 11 xalan pêk tê. Di teksta peymanê de hatiye diyar kirin ku, bila herkes bi slogana “Suriye a Suriyeyiyan e” tevbigerin.
Xalên peymana aşîtiyê wiha ne:
1- Bi temamî komên çekdar wê bajêr terk bikin.
2- Ji bo rêvebirina bajêr, meclîseke ku ji hemû nijadan pêk tê wê bê avakirin.
3- Kontrola deriyê sînor wê têkeve destên meclîsê.
4- Meclîsa ku rêvebiriya bajêr wê bigre ser milên xwe, wê midaxeleyên leşkerî qedexe bike.
5- Di têketinên bajêr de, hêzên YPG û AA’yê wê noqteyên kontrolê yên hevpar ava bikin.
6- Her du alî (YPG û AA) di noqteyên kontrolê de wê alîkariya hev bikin û wê destûrê bidin ku dewriye û tiştên xwarinê bi hêsane derbas bibin.
7- Ji bo rizgariya bajarên di kontrola rejîmê de, YPG û AA wê bi hev re tevbigerin.
8- Bajarên ku ji kontrola rejîma Baas derketine yên wek Til Temir, Dirbesiyê, Amûdê, Girkê Legê û Dêrik, wê wek bajarên ku hatine rizgarkirin werine qebûl kirin û di vê mijarê de peymaneke bê îmzekirin.
9- Her du alî jî, wê dev ji hevdu reşkirina bi rêya çapemeniyê berdin.
10- Destpêka peymanê wê wek xaleke peymanê were qebûl kirin.
11- Heta ku meclîsa bêjer hatiye avakirin, komisyoneke ku pêwistiya peymanê bi cih bîne û kontrol bike wê were ava kirin.