Serrûpel Nûçe Avikê mêran li gorî 100 sal berê ji % 90 kêm bûne

Avikê mêran li gorî 100 sal berê ji % 90 kêm bûne

Belav bike

Jiyana modern û teknolojîk, wek gellek tiştan li ser avikê (sperm) mêran jî bandoreke zêde berdide. Di vê mijarê de Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê raporek weşand. Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê, di nav 100 salî de, hejmara avikên mêran, ji 100 û 120 mîlyonî, daketiye 15 mîlyon avikan. Yanê avikên mêran, li gorî sed sal berê, ji % 90 kêm bûne.
Kesên di vê mijarê de pispor in radigihînin ku, sedema vê kêmbûna avikan a serete jî, teknolojiya ku mirov bi jiyana nû re rûbirû dihêle ye.  
Dîsa li ser kêmbûna avikên mêran, bandora av, hewa û hawirdora qirêj jî gellek e. 
Li gorî encamên lêkolînan, di deraxê salekê de, ji 100 mêr û jinên ku xwe naparêzin û têkiliya cînsî dijîn, zarokên 15 hevjînan nabin.